Amerîka cezayên nû dide kes û dezgehên pistevaniya rejîma Sûrî dikin

Amerîka cezayên nû dide kes û dezgehên pistevaniya rejîma Sûrî dikin

PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Joel Raborn ragihand ku li gorî Qanûna Qeyser (Sezar), wê rêveberiya Washingtonê rêzecezayên nû  Waşington li ser hin kes û dezgehên piştevaniya rejîma Beşar Esed dikin, bibire.

Joel Raborn diyar kir ku hevalbendên Amerîkayê jî wê para xwe ji van cezayan bibînin û destnîşan kir, çi kes an jî dezgeh ku danûstandinê bi hikumeta Şamê re dike, wê rastî cezayan were.

Raborn got, armanca qanûna Qeyser, cezakirina rejîma Sûriyê û alîgirên wê ye, lê ne cezakirina gelê Sûriyê ye.

Raborn destnîşan kir, Rûsya dikare bandorê li hikumeta Şamê bike da ku li ser maseya danûstandinan rûnê û dest bi pêvajoya siyasî bike.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Joel Raborn bibîr xist ku gelek barhilgir bi qaçaxî ji Lubnanê derbasî Sûriyê dibin û dibe ku Lubnan jî ji ber vê yekê were cezakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin