Macron: Rusya dixwaze me bike nêçîr

Macron: Rusya dixwaze me bike nêçîr

PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Rusyayê bi zêdebûna dijberiya Fransayê tawanbar kir. Macron îdia kir ku Rusya dixwaze Fransayê bike nêçîra Afrikayê.

Emmanuel Macron, li ser dijberiya Fransayê ya li parzemîna Afrikayê zêde dibe, Rusyayê tawanbar kir ku ev yek bi bandora Rusyayê çêdibe û got ku “Rusya dixwaze bi projeyekê Fransayê bike nêçîr.”

Macron da zanîn ku Rusya û Fransa ji aliyê leşkerî ve ketine nav neliheviyekê yan jî di rojên dijwar ên wendakirina bandorê de di ser welatên Afrikayê re nêçîrvaniya Fransayê dike.

Serokomarê Fransayê got, “Dewletên cuda yên ku dixwazin li Afrikayê bandorek çêbikin, mirovan dikin nav şikê û dixwazin zerarê bidin Fransa û Frensewî û li ser vê esasê jî ji bo berjewendiyên xwe bingehek çêbikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin