PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê rewşa Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê ku bi hezaran DAIŞî û malbatên wan tê de hene, daxuyanî da.
NY di daxuyaniya xwe ya 21ê Çileyê de hişyariya hebûna rewşeke metirsîdar bo Kampa Holê daye û daye xuyakirin, heta 16ê vê mehê 12 penaberên Sûriyeyî û Iraqî di nav kampê de hatine kuştin.
NY hişyariya ewlehiyê bo Kampa Holê daye û xwestiye rewşa wê bilez were çareserkirin.
Niha Kampa Holê de, zêdetirî 62 hezar kes dimînin ku ji wan 8 hezar û 965 zarok û jinên DAIŞê ne.
Li nav kampê gelek caran bûyerên kuştin û îşkence û serîhildanê pêk tên.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin