PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ku piştî êrîşên Tirkiyê alîkariyên bo koçberên Rojavayê Kurdistanê didomîne, îro jî karwana şeşemîn a alîkariyên mirovî ku ji 40 barhilgirên pêk tê derbasî Rojavayê Kurdistanê dike.
Hat ragihandin ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 40 barhilgirên alîkariyên mirovî îro bi ser deriyê sînorî Fîşxabûrê de derbasî Rojavayê Kurdistanê dike.
Berpirsê Karwana Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Pîrdiyan Cafer ji medya Kurdistanê re ragihand ku ev karwana şeşemîn a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bo xelkê Rojavayê Kurdistanê ye ku ji 40 barhilgiran pêk tê û 1700 kon, 9 hezar doşek, 2600 fîltirên avê, 600 kartonên cilûbergên zivistanê tê de cî digirin.
Cafer herwiha da zanîn ku ew wek Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, van pêwîstiyan, li gor lîsteyên ku li Rojavayê Kurdistanê têne amadekirin, peyda dikin û çi pêdvî hebe li gorî wê amade dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin