Fûad Huseyin bo Zarîf: “Em hevdîtinên Viyanayê ji nêz de disopînin”

Fûad Huseyin bo Zarîf: “Em hevdîtinên Viyanayê ji nêz de disopînin”

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf bi seredanekî fermî giha Bexdayê. Zarîf hevdîtina xwe ya ewilî bi wezîrê karên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyin re kir. Piştî civînê her dû wezîr derketin ber çapemeniyê.

Fûad Huseyin ragihand ku ew hevdîtinên li Viyanayê yên li ser peymana nukleerî ji nêz de dişopînin û ji têkiliyên navbera Îran û welatên Kendavê kêfxweşin. Huseyin ragihand ku ew bi Zarîf re behsa têkiliyên duqolî kirine û weha dewam kir:

“Iraq bo ewlehî û îstîqrara herêmê roleka girîng girtiye ser xwe. Siyaseta me ya derve layangirê pêşdebirina têkiliyên bi mêzêne. Em dixwazin herêm bi xwe xwediyê gotina xwe be.

Hevdîtinên navbera Îran û terefên din yên li payîtextên welatên cuda hatine asteka girîng. Em hevdîtinên Viyanayê yên navbera Îran û Amerîkayê ji nêz de dişopînin û bo me girîngin. Di navbera me û Îranê de hevkariya aboriyê heye û em dixwazin piştî pandemiyê jî dewam bike. Em ji pêwendiyên navbera Îranê û welatên Kendavê kêfxweşin.”

Wezîrê Îranê Cewad Zarîf di axaftina xwe ya bo çapemeniyê de, bi sedema hukumeta Iraqê bo îstîqrara herêmê û ewlehiyê xebata ku dike sipasiyê kir û weha got:

“Bi Iraqê re li ser bingeha têkiliyên baş yên cîrantiyê, rêzgirtina li hukumraniyê û li ser destnexistina nav karên hev hatine danîn. Me bi wezîr Fûad Huseyin re li ser hevdîtinên Viyanayê û dagera Amerîkayê bo peyaman nukleerî şiroveyan kir. Em benda Amerîkayê ne ku tewrekî bi aqilane deyne holê û di hevdîtinan de dixwazin ciddîyeta Amerîkayê biceribînin.

Bi Iraqê re têkiliyên me yên xurt hene. Bi taybetî di warê aborî, enerjî, gihandina rêya hesin û di têkoşîna li hemberê maddeyên hişbir de, em dixwazin têkiliyên xwe pêşdetir bibin.”

Dr. Fûad Huseyin di civînê de ragihand ku Zarîf wê seredana Necefê û Hewlêrê jî bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin