Umêd Xosnaw: Ji ber rews û debara xelkê qedexeya gistî nehat ragihandin

Umêd Xosnaw: Ji ber rews û debara xelkê qedexeya gistî nehat ragihandin

PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, ji ber rewş û debara xelkê, qedexeya çûnûhatinê ya giştî ranegihandine, lê dê tedbîrên xweparêziyê tund bikin.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw diyar kir, ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê, niyaz hebû di civîna Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê de qedexeya giştî bihata ragihandin, lê ji ber rewş û debara xelkê, qedexeya giştî nehat ragihandin.”

Xoşnaw herwiha da zanîn: “Di meha Remezanê de, tevgera civakî zêdetir dibe. Bazar û kasibî guhertin tê de çêdibe, di wê çarçoveyê de Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê û Odeya Operasyonê de me rewşa gel li ber çav girt, tedbîr hatin kêmkirin, lê ev jî tê wê wateyê ku divê xweparastin zêdetir be."

Parêzgarê Hewlêrê destnîşan kir: “Deriyên mizgeftan dê vekirî bin, ji ber ku taybetmendiya meha Remezanê heye û nimêj li mizgeftan tên kirin, ji ber wê rênmayiyên xweparêziyê ji aliyê Ewqaf û fermanberên mizgeftan ve tên tundkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin