PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Norwêcê ragihand ku eger Li Sûriyê çareseriyeke siyasî pêk were wê artêşa Tirkiyê ji wir vekişe.
Wezîrê Tirk, Mevlut Çavuşoglu di dema serdana xwe ya bo Norwêcê de derbarê Sûriyê de û hebûna artêşa Tirkiyê li wê derê axivî.
Çavuşoglu, “eger Li Sûriyê çareseriyeke siyasî pêk were dê artêşa me ji wir vekişe lê rejîma Sûriyê baweriyê bo çareseriyê nayîne.”
Ji aliyê din ve Çavuşoglu anî ziman ku êrîşên li Idlibê dibe ku bibe sedema pêleke din a koçberan.
Çavuşoglu her wiha got, “Li Sûriyê rejîma Esad garantî da ku êrîşî xalên me yên çavdêriyê neke.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin