Îran dorpêçeka nû danî ser weqfekî Amerîkayê

Îran dorpêçeka nû danî ser weqfekî Amerîkayê

PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Îranê ragihand ku wan dorpêçê daniye ser Weqfa Parastina Demokrasiyan (FDD) ku navenda wê Amerîkaye û serokê wê Mark Dubowitz. Wezaret di ragihandina xwe de weha got:

“Bi lobîkirin û propagandeya xwe bandora weqfê, di danîn û plankirina dorpêçên ser Îranê de bandora wan heye. Weqf û serokê wê di berjewendiyên jiyanî yên Îranê de û di ewlekariya Îranê de bi awayeka ji dil xebatê kirine.”

Îran ragihand ku di çarçoveya qanûna ‘îhlala mafên mirovan û têkoşîna li dijî terora Amerîkayê ya li herêmê û têkoşîna pêngavên li dijî macerayan’ de biryarê dane û wan xistiye lîste ya dorpêçê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin