DAISê li Xaneqînê êrîsê hêzên Iraqî kir: 1 kustî, 4 birîndar

DAISê li Xaneqînê êrîsê hêzên Iraqî kir: 1 kustî, 4 birîndar

PeyamaKurd - Terorîstên DAIŞê li nav sînorê Xaneqînê êrîşî hêzên Iraqê kirin ku di êrîşê de leşkerekî Iraqê hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku komek çekdarên DAIŞê şeva 6ê Tebaxê li gundê Şêrkê û derdora wê êrîşî ser hêzeke artêşa Iraqê kirin.

Fermandarê Fewca 2 a Lîwaya 3 a Bejayî ya artêşa Iraqê, Rayid Celîl Fayeq derbarê êrîşê de ragihand: “Hejmarek çekdarên DAIŞê li nêzîk gundê Şêrkê yê ser bi bajarokê Koksê di kamerayên çavdêriyê de hatibûn dîtin, lewma hêzek bi çar otomobîlên Hummer li pey wan çekdaran diçin.”

Celîl Fayeq daye xuyakirin, hêzên ewlehiyê du demjimêran li pey çekdarên DAIŞê digerin lê wan nabînin û ti bûyereke teqekirinê jî çênabe, lê di dema vegerê de çekdarên DAIŞê êrîşî baregeha Fewca 2 dikin û şer di navbera herdu aliyan de çêdibe.

Fermandarê Iraqî got, di encama pevçûnan de leşkerek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin