Artêsa Iraqê, leskerekî giran li ber tixûbê Rojava bi cih kir.

Artêsa Iraqê, leskerekî giran li ber tixûbê Rojava bi cih kir.

Artêşa Iraqê, tevî hêzên Heşdî Se’biyê leşkerên xwe bi hijmareke mezin şandine Herêma Şingalê. Piştî ku ev qas leşker, li herêmê bi cih bûn, Serokê Sererkaniya Iraqê Osman el Ganimi, herêm ziyaret kir.

Hat ragihandin ku Osman el Ganimi bi Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) re jî axiviye.

Osman el Ganimi got ku cihên ku PKKê vala kirine, leşkerên Iraqê wê dagirin.

Artêşa Iraqê li nava bajêr, posterên Abdullah Ocalan û alên PKKê radikin û alên Iraqê li cihên wan dideynin.

Hat ragihandin ku Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Asayîşa Êzdîxan jî wê tevlî Artêşa Iraqê bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin