PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê peyameke pîrozbahiyê weşand û tê de girîngiyeke taybet da parastina zimanên cuda.
Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew bi çanda dewlemend a jiyana hevbeş û pirrengiya li Herêma Kurdistanê serbilind in.
Wî tekez kir ku parastina zimanê dayikê, ji bo her gelekî tê wateya parastina nasname, dîrok û pêşeroja wî gelî, lewma ev erkeke sereke ya civakî û siyasî ye.
Di peyama xwe de, Nêçîrvan Barzani bal kişand ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê dergûşa aştiyane ya gelek pêkhateyên etnîkî û olî ye.
Wî ragihand ku ji bilî zimanê Kurdî, ew wekî erkeke exlaqî û hiqûqî pabend in ku zimanên Tirkmenî, Suryanî û Ermenî jî biparêzin û pêş bixin.
Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de bang kir ku divê zimanê dayikê di her qadên jiyanê de bibe bingeha perwerde û geşedanê.
Wî diyar kir ku dewlemendiya dîroka Kurdistanê di nav van zimanan de veşartî ye û ji bo ku nifşên nû ji kokên xwe qut nebin, divê girîngiyeke mezin bidin hînbûn û bikaranîna zimanê xwe yê resen.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin