Li baregeha Hasdî Sa’bî li pey hev teqîn çêbû

Li baregeha Hasdî Sa’bî li pey hev teqîn çêbû

PeyamaKurd- Li Iraqê li bajarê Selahaddînê, nêzî balafirgeha leşkerî ya Beledê, li baregeha leşkerî ya Haşdî Şa’bî li pey hev teqîn çêbûn. Rêvebirê parastina sîvîl yê Iraqê Albay Kazim Selman Bûhan ragihand ku piştî teqînan agir bi baregehê ketiye. Bo vemirandina agir ji Bexdayê 10 tîmên îtfaiyê hatine şandin bo Beledê.

Bûhan ragihand ku ew bi xwe bo lêkolînan ketiye rê û çûye Beledê. Rêvebirên Haşdî Şa’bî ragihandine ku teqîn ne di encama qezayan de çêbûne lê zêde agahî nedane çapemeniyê.

Di dîmenan de jî xuya dike ku piştî teqînan dûman ji baregehê bilind dibe. Baregeha leşkerî ku nêzî ciyê teqîna ye, ya bi navê Beledê de şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê, balafirên F-16 yên Iraqê lêne û baregeha herî mezin ya Iraqê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin