Nameyên 13 rewsenbîrên Kurd wekî pirtûkekê derketin

Nameyên 13 rewsenbîrên Kurd wekî pirtûkekê derketin

PeyamaKurd - Nameyên 13 nivîskarên kurd ku bo nivîskar Firat Cewerî hatine şandin bi navê “Name bo Firat Cewerî” ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve wek pirtûkekê hatin weşandin.

Di pirtûka “Name bo Firat Cewerî”de nameyên, Qanatê Kurdo, Nûredîn Zaza, Rewşen Bedirxan, Haviz Qazî, Sebrî Botanî, Wezîrê Eşo, Arjen Arî, Yaşar Kaya, Bro Omerî, Mehmed Uzun, Remzî Raşa, Cemşîd Bender û Kaya Muştakhan hene ku bo nivîskar Firat Cewerî hatine şandin.

Firat Cewerî derbarê weşandina nameyên rewşenbîran de dibêje ew îro di nav me de najîn, lê ew êdî dîrok in; dîroka ziman, edebiyat û rewşenbîriya me ne:

“Dostaniyeke min ya germ û bîranînên min yên xweş bi hemûyan re hebû. Piştî koçkirina wan min şîna wan gerandibû û li dû wan hêsir barandibûn. Ew îro di nav me de najîn, lê ew êdî dîrok in; dîroka ziman, edebiyat û rewşenbîriya me ne.”

Pirtûk, derbarê nivîskarî, rewşenbîrî û hunera Kurdî ya van salên dawiyê agahiyên girîng dide xwînerên xwe.

Firat Cewerî kî ye?


Nivîskar û wergêr Firat Cewerî bi eslê xwe ji Mêrdînê bakurê Kurdistanê ye. Di sala 1980yî de li Swêdê bi cî bûye û dest bi nivîsînê kiriye. 10 salan edîtoriya kovarê Nûdemê kiriye. Firat Cewerî heya niha çîrok, roman, gername û antolojî ji di nav de, zêdetirî 10 pirtûkan çap kiriye. Herwiha wî berhemên nivîskarên John Steinbeck, Anton Çehov, Dostoyevski, Lagerkvist û Yaşar Kemal wergerandine Kudî. Cewerî li Swêdê dijî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin