Di demsala nû ya Parlemana Kurdistanê de 7 projeyasa dê werin guftûgokirin

Di demsala nû ya Parlemana Kurdistanê de 7 projeyasa dê werin guftûgokirin

Peyamakurd - Fraksiyonên Parlamentoya Kurdistanê 7 projeyasa û nûjenkirina yasayan amade kirine, lijneya yasayî jî amadekariyan dike û biryar e di demsala nû de karê yasadanîna parlamentoyê de xwendina wan bê kirin.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin, ew projeyên serokatiya parlamentoyê yên ku ji bo lijneya yasayî hatine şandin, wiha ne:

  • Projeyasaya sazîkirina hêzên çekdarên herêma Kurdistanê.
  • Projeyasaya tekoşîna li hember leşfiroşiyê.
  • Projeyasaya kota û malnişîna hêzên navxwe
  • Projeyasaya nûjenkirina yasaya bac
  • Nûjenkirin û sererastkirina yasaya sindoqa vegerandina pareyê Iraqê li herêma Kurdistanê.
  • Projeyasaya çalakiyên ferhengî yên pêkhateyan
  • Projeyasaya destkeftiyên nerewa.

Biryarderê lijneya yasayî Celal Mihemed Emîn re ragihand: ‘’Ew 7 projeyasayên dê bên amadekirin û di demsala pêş a yasadanîna Parlamana Kurdistanê de dê bikevin bernameya kar.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin