PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li serdana Almanya di hevdîtina xwe ya ligel Serokwezîra Almanya Angela Merkel de ragihand, her ku DAIŞê hêza xwe ji dest daye jî hê jî gefek e.
Ebdulmehdî li ser pirsa vidyo û dîmenê nû yê Bexdadî piştî 5 salan got ku ew dîmen li cihekî xalî hatiye tomarkirin û niha nabê li ser cihê ku lê ye zanyariyên îstixbarî bidin.
Ebdulmehdî di civîna rojnamevanî ya ligel Merkelê de herwiha diyar kir, "DAIŞ ne rêxistineke piçûk e. Dê hewl bide moralê bide milîtanên xwe û êrîşên wekî ya Srî Lankayê encam bide."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin