PeyamaKurd – Encamnameya Lutkeya Serokwezîr û Serokdewletên NATOyê ku li paytexta Brîtanya Londonê birêve çû, hat ragihandin. Li gorî encamnameyê Plana parastina Polonya û welatên Baltikê li hemberî Rûsyayê ku Tirkiyê bi sedema YPGê dixwest vetoyê deyne ser hat qebûlkirin.
Di encamnameya ku ji aliyê Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ve hat eşekerekirin de, hat gotin: "Gefa hemû cureyên terorîzmê li ser me hemûyan berdewam dike. NATO jî li gorî guhertinên cîhanê xwe diguherîne.”
Herwiha li gorî encamnameyê plana parastina Polonya û welatên Baltikê hat qebûlkirin ku Tirkiyê dixwest YPGê bi pênaseya terorîst bi welatên NATOyê bide qebûl kirin û herwiha YPGê bike şantaja vetokirina plana parastina Polonya û welatên Baltikê ya li hemberî Rûsyayê.
Di encamnameyê de hat ragihandin ku welatên hevpeymana NATOyê ji parastinê re zêdetirî 130 milyar dolar xerc kirine û ji bo Tirkiyê jî Stoltenberg got ku dê hêzên parastinê yên li Tirkiyê ne erkên xwe berdewam bikin.
Herwiha ji bo Çînê jî hat gotin ku divê wekî hevpeymanî li gorî polîtîkayên navdewletî helwestên xwe diyar bikin.
Li ser Rûsyayê ku di Lutkeyê de gelekî gengeşî hatiye kirin jî hat gotin, wan biryar daye rêyên danûstandinê bi Rûsyayê re vekirî bimînin û herwiha biryar dane, hewlên bêçekbûnê berdewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin