Hesda Seibî bi planeke metirsîdar bi demografiya Singalê dilîze

Hesda Seibî bi planeke metirsîdar bi demografiya Singalê dilîze

PeyamaKurd – Li gorî zanyariyan hêzên Heşdî Şeibî dest bi guherîna demografiya Şengalê û derdora wê kiriye û ji bo wê pêkanîna wê planê jî bi pereyên zêde zeviyên xelkê dikirin.

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Êzidiyan Şêx Namo ragihand ku planeke metirsîdar heye, ji bo Şingal di destê Şingaliyan de nemîne û xelkê Şingalê nikaribe vegere ser mal û milkê xwe.

Şêx Namo ji K24ê re daye zanîn: “Me wiha hizr dikir ku rayedarên Şîa ligel êş û janên me ne û dizanin DAIŞê çi anî serê me. Lê niha em dibînin ku ew dixwazin çarenivîsa Şingalê ber bi tuneleke tarî ve bibin. Niha tirs li cem xelkê Şingalê çêbûye ku Şingal ji wan bê standin.”

Li gorî çavkaniyên ji nava Şingalê, hêzên Heşda Şeibî û erebên derdorê dest datînin ser zeviyên Şingaliyan û kirîn û firotana zeviyan bi ser wezaretên Şaredarî û Avadankirin û Çandiniyê û Darayî ve têne kirin ku hin aliyên siyasî jî li pişt wê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin