Ji Tirkiyê hisyariya dibistanên Gulenî li Iraq û Herêma Kurdistanê: Zarokên xwe nesînin!

Ji Tirkiyê hisyariya dibistanên Gulenî li Iraq û Herêma Kurdistanê: Zarokên xwe nesînin!

PeyamaKurd - Balyozxaneya Tirkiyê ya Iraqê hişyarî da hemwelatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ku zarokên xwe neşînin dibistanên girêdayî bizava Fethullah Gulen.

Balyozxeneya Tirkiyê daxwaz ji dayik û bavên xwenderên li Herêma Kurdistan û Iraqê kiriye ku zarokên xwe li dibistanên Weqfa Me`arîfî ya Tirkiyê tomar bikin ku take saziya fermî ya perwerde û fêrkirinê ya Tirkiyê ye û desthilata vekirina dibistanan bi navê Komara Tirkiyê li hemû cîhanê heye.

Balyozxaneya Tirkiyê diyar kiriye, dibistanên Me`arîf li Hewlêr û Bexdayê hatine vekirin û di dahatûyê de jî dê li bajarên Besre, Duhok, Silêmanî, Mûsil û Kerkûkê bên vekirin.

Di daxuyaniya Balyozxaneya Tirkiyê de hatiye gotin, 750 xwendekar li bajarê Hewlêr û 1,100 xwendekar li Bexdayê li dibistanên Weqfa Me`arîf dixwînin.

Balyozxaneya Tirkiyê gotiye: “Li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê 44 dibistan û zanîngehên ser bi rêxistina terorîstî ya Fethullah hene. Ji bo xapandina saziyên Iraq û hemwelatiyan jî, navê dibistanên xwe guhetiye û kompaniyeke bi navê Starling Schools dibistanan birêve dibe û salane 500 miylon dolar dahatê ji xelkê kom dike.

Li Bexda û Besre 9 dibistan di bin navê IshikSchools hene, li Kerkûkê 6 dibistan di bin navê Çag Schools de hene, li Hewlêr û Soranê 10 dibistan di bin navê Rûnakî, li Duhokê 5 dibistan li jêr navê Rûnakî û li Silamanî û Helebçê jî 13 dibistan li jêr navê United Science Colleges hene.

Balyozxaneya Tirkiyê herwiha daye xuyakirin, “Ew zanîngeha ku li Hewlêr û Silêmanî û berê bi navê Işik bû, niha bi navê Zanîngeha Tîşk a Navdewletî (Tishik International Universitiy) û di xizmeta wê rêxistina terorîstî de kar dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin