HRWê ji Tirkiyê daxwaza qerebûkirina ziyandîtiyên Kunemasî û Seladizê kir

HRWê ji Tirkiyê daxwaza qerebûkirina ziyandîtiyên Kunemasî û Seladizê kir

PeyamaKurd - Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Navdewletî (HRW) di lêkolîna xwe ya li ser êrîşên Tirkiyê yên ser Başûrê Kurdistanê de, daxwaza qerebûkirina ziyandîtiyên devera Kunemasî û Şeladizê ji Tirkiyê kir.

Lêkolînera HRWê Belqîs Walî ragihand ku Tirkiyê di êrîşên xwe yên asmanî yên li ser Kunemasî û Şêladizê de, jiyana sivîlan berçav negirtiye, ji ber vê yekê divê Enqere malbatên qurban û kesên ziyan dîtine qerebû bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 19ê Îlona 2018an jî HRWê di raporeke xwe de bal kişandibû ser binpêkirin û êrîşên Tirkiyê yên ser xaka Başûrê Kurdistanê û dabû xuyakirin, Enqerê yasayên şer binpê kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin