PeyamaKurd- Rêvebirê Şirketa KONDAyê Bekir Agirdir ji çapemeniya Tirkiyê re axivî û di derbarê Hilbijartina 24ê Hezîranê de daxuyaniyên girîng dan:
Bekir Agirdir wiha axivî: Êdî ew baweriya bi Erdogan şkestiye. Berê, gel digot; ku em çawa bikin çilo bikin, dîsa Recep Tayyip Erdogan wê bi ser keve. Lêbelê êdî îro ev başwerî şkest. Îro qontrola hilbijartinê ne bi îqtîdarê re ye, qontrol ketiye destên muxalefetê de. Ez dibêjim belkî rayên muxalefetê ji %60î jî derbas bikin.
Di derbarê HDPê de Bekir Agirdir ev gotin: Li gorî min pirsgirêka bendê ji bo HDPê nîn e. HDP di vê hilbijartinê de pir girîng e. Dikare encama hilbijartinê tayîn bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin