ECDC: Pêla duyem a koronayê rastiyeke pir nêzîk bûye ye

ECDC: Pêla duyem a koronayê rastiyeke pir nêzîk bûye ye

Peyamakurd – Saziya Kontrolkirina Nexweşiyan û Pandemiyê ya Ewropayê (ECDC), ragihand ku êdî pêla duyem a belavbûna vîrusa koronayê rastiyeke pir nêzîk bûye ye.

Serokê ECDCê Dr. Adrea Ammon got ku êdî pêla duyem a koronayê ji teoriyê derketiye û li nêzîk wê pêk were.

Dr. Andrea Ammon bal kişand ser ku ya girîng gelo wê bandora pêla duyem a vîrusa koronayê çiqas be? … Naxwazim senaryoya felaketê bînim ziman lê divê em hemû rastbîn bin û hînbûnên jiyana xwe ya rojane li gorî wê saz bikin. Ji ber ku vîrus qet bidawî nebûye.”

Ji ber nexweşiya vîrusa koronaya nû Covid-19 ku ji bajarê Wuhan ê Çînê belavî dinyayê bûye, heta niha 5 milyon û 125 hezar kes pê ketine û 330 hezar zêdetir kes jî ji ber wê nexweşiyê can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin