PeyamaKurd- Li welatê Afrîka li Maliyê leşker ketiye nava tevgerê û herî dawiyê dest danîn ser serokkomar İbrahim Boubacar Keita. Leşkerên ku serî hildane di asta bilind de rêvebirên sîvîl û leşkerî dixin bin çav.
Tevgera herî zêde li dora payîtexta Malî li Bamako ye. Herî dawiyê siet li dora 16.30an de serokkomar Keişta ji baregeha wî girtine û ew birine ciyekî nediyar. Berya wî jî kurê serokkomar Kerîm Keita û serokwezîr Boubou Cisse û hinek wezîran biribûn ciyekî ku nayê zanîn.
Tê gotin ku serokê meclisê Moussa Timbine, wezîrê darayî û fînansê Abdulaye Daffe û wezîrê karên derve Tieble Drame di nav desteserkiriyan de ne. Serokerkanê ku gelek nêzî Keita ye û pê re sadiqe Tieble Drame, dibêjin ku ew jî di destê leşkeran de ye.
Xwepêşandêrên Maliyê di 10 ê temmûzê de dest bi xwepêşandanan kiribûn, rêyên bajêr girtibûn, radyo û televizyonan îşxal kiribûn, di bûyeran de 11 kes can dabûn û 124 kes birîndar bûbûn. Serokkomar Dadgeha Destûrê fesx kiribû.
Bi salaye ku aboriya welatê Mali’yê baş nîne û ketiye nava krîza darayî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin