PeyamaKurd – Li ser destpêkirina hevdîtinên Komîteya Destûra Sûriyê li Cenevê rojnameya El-Ereb di analîzeke xwe de bal kişand ser rola dewletên din di krîza Sûriyê û hevdîtinên Cenevê de û da xuyakirin, ji xeynî Sûriyê hemû li Cenevê ne.
Rojanameya El Ereb dibêje: "Di pêvajoya amadekariyên destpêkirina civînên komîteya destûrî ya Sûriyê de hemû amade bûn. Nûnerê sekreterê giştî yê NY Geir Pedersen amadekariyên van civînan kir. Diyar e ku Pedersen Sûriyê û herêmê ji Stefan de Mistura bêtir dizane ku bi awayekî girêktir mijara aloziya Sûriyê girt dest."
‘Ji bilî Sûriyê hemû li Cenevê ne’
Rojname diyar dike: "Ji bilî Sûriyê hemû li Cinevê ne. Yên têkildarên rastîn ên Sûriyê gelo li wir bûn? Di serî de Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf û yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu.”
Rojname diyar dike: "Mirov tenê li axaftinên nûnerên Rejîma Sûriyê û opozîsyonê guhdar bike wê bizane ku çaleke rastîn di navbera her du aliyan de heye. Nûnerê Rejîma Sûriyê bi zimanê xwe yê textî mîna her car axivî. Nûnerê opozîsyonê jî rewşa li ser erdê hûr hûr analîz kir tevî rêzehêviyên ku êdî hêza wî tune ye ku di piratîkê de pêk bîne hêvî kirin.”
Gelo Tirkiye ji Sûriyê çawa bê derxistin?
El Erebî herwiha di berdewama wê nivîsê de dibêje, “Dîmeneke sûralîzim bû dema Rejîma Sûriyê behsa vegerandina tevahiya axa Sûriyê kir. Gelo Tirkiyê bi komploya Rûsya û Amerîka derbasî bakurê Sûriyê bû ji bo ku rojekê derkeve? Dibe ku rojekê Tirkiyê ji Sûriyê derkeve lê piştî ku ji Qibrsê ku ji 1974an ve dagir kiriye derket.
Du nuqteyên girîng hene sûd e ku mirov li ser bisekine. Nuqteya yekemîn girêdayî tunebûna rewabûna pergala heyî ye. Nuqteya din Sûriyê di piratîk de di bin dagirkeriyê de ye. Hêzên dagirkirî pêşeroja Sûriyê bi hebûna destûrek nû yan tunebûna mîna vê destûrê biryar dide."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin