Li Hewlêrê qedexe hat ragihandin

Li Hewlêrê qedexe hat ragihandin

PeyamaKurd – Ji ber belavbûna zêde ya vîrusa koronaya nû Covid-19 li bajarê Hewlêrê ji nû ve qedexeya derve û çûnûhatinê hat ragihandin.

Qedeya wê di navbera saetên 20:00 û 05:00ê sibehê de be û heta 3yê Tîrmehê hefteyekê berdewam bike.

Biryar piştî civîna ‘online’ a Odeya Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê  hat dayîn ku ji bo xweparastina ji vîrusa koronayê û pêşîgirtina belavbûnê ye.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê jî doh daxwaz ji desthilatên parêzgehan û îdareyên serbixwe kiribû, bi xwe tedbîrên xweparastinê bistînin û qedexeya çûnûhatinê ragihînin.

Li gorî qedexeya li Hewlêrê hatiye ragihandin, çûnûhatina otombîlan di navbera bajarê Hewlêrê û qeza û nehiyande, ji piştî demjimêr 5:00 êvarê û heta demjimêr 5:00 sibê bi temamî tê rawestandin.

Herwiha wê tevahiya bazar, dikan û cihên giştî di navbera wan saetan de bên girtin, lê hin cih bi mercê bicihkirina rêkarên tenduristîiyê yên tund, rê bi vekirina wan tê dayîn.

Li gor amarên Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê, hejmara pêketiyên koronayê ji dawiya meha Gulana borî ve, rojane bi awayekî berçav zêde dibe ku tenê îro li Silêmaniyê 10 kesan jiyana xwe ji dest daye û li Hewlêrê jî hejmara miriyên ji koronayê gihîştiye 20an.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin