PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê li ser babeta serîgirtina keçan de, di navbera Misliman û Xîrîstiyanan de pevçûn derket. Li Nîjeryayê li eyaleta Kwarayê 10 dibistanên mîsyoneran bi sedema girtina serê keçikan lihev nekribûn, dibistan hatibûn girtin. Piştî vekirina 10 dibistanan ji nûh de, di navbera Misilman û Xîrîstiyanan de pevçûn derket.
Li gor çapemeniya welat; li eyaletê li devera Lorînê di dibistanekî ku ji nûh de vebû, nehiştin keçên misilman sergirtî herin dibistanê û di nav 2 grûban de pevçûn derket. Gelek kes birîndar bûn, erebe û avahî xesarê dîtin.
Rêvebir ragihandine ku hêzên ewlehiyê şandine ciyê bûyerê û dever di bin kontrolê de ye. Di 26 ê sibatê de eyalet biryarê dabû ku herkes serbeste serê xwe bigre an negre lê Xîrîstiyan li hemberê sergirtinê derketibûn.
Bi sedema berê her dû teref li ser mijarê lihev nekiribûn, bo demekê her 10 dibistan hatibûn girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin