Çapemeniya Hollandayê: Îhtîmal e ku serokwezîrê nû Kurd be

Çapemeniya Hollandayê: Îhtîmal e ku serokwezîrê nû Kurd be

PeyamaKurd Medyaya Hollandî ragihand ku 5 berbijêr ji bo serokatiya Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê, partiya serokwezîrê îstifakirî Mark Rutte hevrikiyê dikin û îhtimal heye namzeda Kurd Dîlan Yeşîlgoz bi ser bikeve.

Yeşilgöz Wezîra Dad û Ewlekariyê ya Hollandayê ye.

Çapemeniyê îdia kir, namzeta duyemîn a herî xurt Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert e.

Hat diyarkirin, namzedê sêyemîn ê herî xurt Klaas Dijkhoff ê 42 salî ye ku di kabîneya Rutte de Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Penaberan e.

Hat destnîşankirin, namzetên 4 û 5an Edith Scheepers û Sophie Hermans bûn.

Dîlan Yeşîlgoz di 18ê Gulanê de bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya.

Yeşîlgoz a ji Dêrsimê ye, di sala 1977an de hatiye dinê. Di sala 1984an de tevî malbata xwe koçî Hollandayê dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin