PeyamaKurd - Hat zanîn ku li devera Balekayetî ya Soranê li dorûbera çiyayê Mamerûtî, di dema koçkirinê de ji ber brûskê hejmarek qaz û quling mirar bûne. Li gorî ragihandina pisporên jîngehê û vêterîneran biruskê perdeya gewriya wan teqandiye û kuştine.
Li gorî nûçeya Rûdawê şahidekî bûyerê Rêbiwar Cebar ku rûniştvanê devera Balekayetî ye, dibêje; “Brûskeke bihêz çêbû. Ez wê demê li wir bûm û min dît ku balinde dikevin erdê.”
Mihemed Ebdullahê endezyarê jîngehê, ev du roj e lêkolînê li ser sedema mirarbûna wan balindeyan dike ku ew jî dibêje, dengê brûskê perdeya gewriya wan balindeyan teqandiye û ji ber wê yekê mirar bûne.
Hejmara balindeyan zêdetirî 150 qaz û quling in ku li rûbereke berfireh bi tak û komel ketine xwarê.
Hat diyarkirin ku ji bo piştrastbûna zêdetir li ser mirarbûna wan qaz û qulingan, hejmarek ji wan balindeyan bo taqîgeha Hewlêrê hatine şandin.
Li Rojhilata Navîn, 835 cureyên balindeyan hene ku 185 cure ji wan niştecihên Başûrê Kurdistanê ne ku ew jî ji 56 malbatan pêk tên. Ew ên din tenê li asman derbas dibin, quling yek ji vê cureyê ye ku li warên derya û zeryayan dijî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin