2 Pêsmergeyên Rojhilatê Kurdistanê birîndar bûn

2 Pêsmergeyên Rojhilatê Kurdistanê birîndar bûn

PeyamaKurd - Fermandarê Pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê (Rojhilatê Kurdistanê) Emced Hûsênpenahî ragihand, di encama topbarana pasdarên Îranê de du pêşmergeyên wan birîndar bûne.

Pasdarên Îranê ji doh ve deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bi behaneya hebûna pêşmergeyên Rojhilatî topbaran dikin.

Fermandarê Pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê Ehmced Husênpenahî ji medya Kurdistanê da xuyakirin, pasdarên Îranê ji doh ve li baregeh û çeperên wan didin û beşek mezin ji wan wêran bûne.

Emced Husênpenahî ragihand ku îro jî du pêşmergeyên wan ji ber topbaranê birîndar bûne û ew bo nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê hatine veguheztin.

Hat zanîn ku Îranê ji bilî topbarana berdewam îro balafirên bê pîlot jî di bombardimanê de bikar anîne.

Di encama topbarana doh bi ser devera Sîdekan ya Hewlêrê de, keçek hatibû kuştin û ji heman malbatê du bira jî birîndar bûbûn û Hikûmeta Kurdistanê jî bi daxuyaniyê bal kişandibû ser rewşê û dilgiraniya xwe anîbû ziman.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin