Amerîka | Senatoran projeyasayeke li dijî Tirkiyê pêskesî kongreyê kir

Amerîka | Senatoran projeyasayeke li dijî Tirkiyê pêskesî kongreyê kir

PeyamaKurd - Hejmarek endamên Kongreya Amerîkayê, projeyasayek li dijî Tirkîyê amade kirin ku tê de dixwazin, yasaya firotina balafirên F-35an were hilweşandin.

Senatoran daxwaz ji kongreyê kir ku heta Tirkiye ji kirîna sîstema parastina hewayî ya moşekên S-400an ji Rûsyayê venegere, bila Amerîka balafirên şer nefiroşe Tirkiyê.

Senatorê Demokrat Jen Shahahan got, “Eger Rûsya bi rêya Tirkîyeyê ve nihêniya balafirên F-35 bi dest bixe, wê çaxê metirsî dê hebe li ser asayîşa Amerîkayê û cîhanê.”

Hêjayî gotinê ye, Tirkiyê daxwaza 30 balafirên F-35 kiriye, lê kongreya Amerîkayê niha rê nade ku wan balafiran bifiroşin Tirkiyê.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin