PeyamaKurd – Supasalarê Pêşmerge Cemal Mihemed Êmînkî diyar kir, îro li xaleke Pêşmergeyê Zêrevanî ya li çiyayê Metîna yê li devera Amêdî, di saet 8:30ê de, gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) teqe li amûrên serbazî yên Pêşmergeyê Zêrevanî kir.
Li gor Supasalarê Pêşmerge Cemal Mihemed Êmînkî daye zanîn: “Di teqekirina îro ya PKKê de ji bo amûrên serbazî yên Pêşmergeyê Zêrevanî, ti ziyaneke giyanî nebûye, Pêşmerge jî bersiva teqekirinê daye.”
Cemal Mihemed Êmînkî herwiha destnîşan kir: “PKK peyama Serok Barzanî ya heramkirina şerê birakujiyê weke derfet dibîne û car caran gefê dixwin û şer difiroşin Pêşmerge.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin