PeyamaKurd- Şîrketa mezin ya bi navê Amazonê ku li hemberê Microsoftê ketibû îhala Pentagonê û nikaribû îş ji destê Microsoftê derbixe, ragihand ku wê li dijî Pentagonê îtîrazê bike. Bihayê îhala Pentagonê 10 mîlyar dolar bû. Amazon got ku siyaset ketiye nav karê teknîkî.
Wezîrê bergiriyê yê Pentagonê Mark Esper red kir ku di îhalê de teref girtine an biryar yekalî hatiye dayîn. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî gelek caran di medyayê de rexne li xwediyê Amazonê li Jeff Bezos dikir. Bezos di heman wextê de xwediyê rojnameya Washington Postê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin