9 kesên din li Silêmaniyê ji ber Korona can dan

9 kesên din li Silêmaniyê ji ber Korona can dan

PeyamaKurd - Cîgirê Rêvebirê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê Ebdula Ehmed ragihand, îro li parêzgeha Silêmaniyê 9 kesan bi vîrusa Koronayê can dan.

Dr. Ebdula got, 9 kesên can dane ji bajarê Silêmaniyê, Pênciwîn, Seyidsadiq û Sengaw in.

Dr.Ebdula da zanîn ku, rewşa hejmareke din ê nexweşên Koronayê xerab e û dibe ku hejmara kesên îro li parêzgeha Silêmaniyê can bidin bigîhe 20 kesan

Lİ Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gîhaşt 4 hezar 679 kesan,141 kesan jî can dane. Herwiha heta niha 1 hezar û 514 kes ji vîrusa Koronayê baş bûne.

Tenê li Parêzgeha Silêmaniyê,  hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gîhaşt 4 hezar 431 kesan, 119 kesan jî can dane.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin