PeyamaKurd- Merasîmên yadkirina Komkujiya Enfalê ku her sal 14ê Nîsanê birêve diçin, îsal ji ber pateya vîrusa koronayê hatin betalkirin.
Serokê Weqfa Kurdoside (CHAK) Ehmed Mecid, ragihand ku îsal ji ber vîrusa koronayê hemû çalakî û merasîmên yadkirina enfalê hatine betalkirin û tenê dê daxuyaniyên sazî û kesayetan ên fermî yên yadkirina 32yemîn salvegera Komkujiya Enfalê werin belavkirin.
Rejîma Beasî ya Iraqê di navbera salên 1986 û 1988an li dijî Kurdan jenosîdek dabû destpêkirin û navê Enfalê lê kiribû ku li devera Germiyanê 182 hezar kes, li Barzanê 8 hezar û ji Kurdên Feylî jî 12 hezar kes hatin komkujkirin.
Komkujiya Enfalê her sal 14ê Nîsanê bi merasîmên fermî tê bibîranîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin