Li sînorê Îsraîl û Sûriyê teqîn

Li sînorê Îsraîl û Sûriyê teqîn

PeyamaKurd - Berdevkê artêşa Îsraîlê Avechai Shield ragihand ku dengê teqînan li nêzî sînorê Îsraîl û Sûriyê hatiye bihîstin û got, ji ber teqînan zirar gihîştiye hin avahî û erebeyên di nav xaka Îsraîlê de.

Heriwah Kanala Hebraw 13 a Îsraîlî jî bi çavkaniyên dezgehên medya Sûriyê da xuyakirin ku balafirên Sûriyê hedefeke îsraîlî li Colana Sûriyê têk birine.

Li gorî nûçeyê parçeyên bombeyan zirar gihandine avahî û erebeyên sivîl ên li xaka Îsraîlê yên li rojhilatê bajarê Mecdel Şemisê.

Çavkaniyên ji Sûriyê diyar kirine ku pergalên parastina asmanî yên Sûriyê bersiv dane êrîşa Îsraîlê ya ji ser herêma Colanê ve.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin