Dalkurd negihîst armanca xwe! Encam: Dalkurd (1-1) Vasteros

Dalkurd negihîst armanca xwe! Encam: Dalkurd (1-1) Vasteros

PeyamaKurd - Tîma Dalkurdê ya futbolê ku di lîga Yekê ya Swêd a Futbolê de, di rêzên pêş de têkoşînê dide, îro Yekşemê di çarçoveya lîstikên hefteya 17an de bi tîma Vasterosê re hat hember hev.

Di yariya ku îro li demjimêr 16.00an li yarîgeha Vasterosê hat lîstin de, herdu tîmên Dalkurd û Vasteros bi encma yeksanî ya 1-1 ji yarîgehê veqetiyan.

Dalkurdê dixwest sêyem serkeftina xwe ya li ser hev bidest bixe û rêza xwe di nav tîmên lîgê de bilindtir bike, lê neçar ma bi encama 1-1 razî bibe.

Dalkurdê di yariya qonaxa yekem de bi encama 6 - 1 li hemberî Vasterosê têk çûbû, lê tîma Dalkurdê dixwest hevrîka xwe têk bide û bigihije rêza 4an. Niha pûanên Dalkurdê bûn 27 û Vasteros jî bi 20 pûanan e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin