Li zincîre çiyayên Hemrînê operasyona DAISê hat destpêkirin

Li zincîre çiyayên Hemrînê operasyona DAISê hat destpêkirin

PeyamaKurd - Li zincîre çiyayên Hemrînê yên navbera Xurmatû û bajarokê Seidiye de, ji aliyê hêzeke taybet a Iraqê ve operasyoneke leşkerî li dijî terorîstên DAIŞê hat destpêkirin.

Hat ragihandin ku îro 29ê Kanûna 2019an hêzeke taybet a ser bi hikûmeta Iraqê ve, bi alîkariya balafirên şer ên Iraqê li sînorê bakurê rojavayê Xurmatû operasyoneke têkdana binke û penagehên DAIŞê daye destpêkirin û operasyona navborî zincîre çiyayên Hemrînê li xwe digire.  

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çiyayê Hemrîn wekî sînorê xwezayî yê Kurdistanê tê zanîn ku niha ji ber hin herêm li derveyî îdareya herêma Kurdistanê mane û rewşa wan nehatiye çareserkirin hêzên Pêşmerge li seranserê sînorên zincîre çiyayên Hemrînê bicih nebûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin