PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand, li ser fermana serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û piştî rawêjkirinê ligel wezîrê Pêşmerge, berpirsên Asayîşê, Yekeyên Heftê û Heştê, Hêzên Zêrevanîyê, Bergirî û Firyakevtinê, me biryar da.
Biryar wiha ye:
Yekem: Ew hêzên niha di erek de ne, li gel wan hêzên di pişûyê de ne ti cihguhertin bi hêzên wan nahêne kirin, ku pêkhatine ji Hêzên Asayîşa Navxwe, Bergirî û Firyakevtin, Hêzên Zêrevanîyê, Asayîş, Pêşmerge û yekeyên Hefê û Heştê di erka xwe de dimînin heya bi fermî ji alîyê wezareta navxwe ve dihêne haydarkirin.
Dûye: Piştî bûrîna evê rewşê, ev dema ku hêzên amajepêkirî di erk de bûne bi molet bo wan dê bihête qerebûkirin.
Sêyem: Ev beyan ji roja derçûna wê dê bihête cîbicîkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin