Bi mosekan êrîsî baregeha hevpeymaniyê kirin

Bi mosekan êrîsî baregeha hevpeymaniyê kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku baregeha asmanî ya li Selahedînê ya Iraqê ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî tê de ne, bi moşekan hat topbaran kirin.

Şaneya ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê, ragihand ku êvara Pêncşemê, sê moşek li baregeha hewayî ya li Selahedîn ku 80 km ji aliyê bakur ve nêzî Bexdadê ye ketin.

Herwiha hat diyarkirin ku êrîşa bi moşekan baregeha ku hêzên hevpeymaniyê tê de bûn kiriye armanc.

Neteweyên Yekbûyî ji êrîşê milîsên bi ser Îranê ve tawanbar dike ku gelek caran van êrîşan bi ser hêzên Hevpeymaniyê û Amerîkî de pêk tînin.

Ji dawiya Cotmeha 2019an heta niha bi dehan moşek li heman baregehê ketine ku di êrîşa 27ê Kanûna borî de jî leşkerekî Amerîkî hatibû kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin