Fransa û Kurdistanê protokolek îmze kirin

Fransa û Kurdistanê protokolek îmze kirin

PeyamaKurd – Wezaretên Perwerdehiyê yên Fransa û herêma Kurdistanê di çarçoveya hevkariya perwerdehiyê de, protokola perwerdehiyê îmze kirin.

Protokol li paytext Hewlêrê bi beşdariya Serkonsûlê Fransa li Hewlêrê Dominique Mas û Wezîrê Perwerdê yê Kurdistanê Piştiwan Sadiq bi merasîmekê hat îmzekirin.

Piştiwan Sadiq dema merasîmê diyar kir ku di navbera wezaretên perwerdehiyê yên Fransa û Kurdistanê de protokoleke girîng hatiye îmzekirin û got, “Êmê di warê perwerdê de, piştgiriya Dibistanên Fransî yên li Herêma Kurdistanê bikin.”

Dominique Mas jî da xuyakirin ku ew ê jî bi kordînatorî û bernameyên perwerdê piştevaniya dibistanên Fransî yên li Herêma Kurdistanê bikin.

Serkonsûlê Fransê Mas herwiha spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û da zanîn ku dê ev protokol bibe sedema pêşxistina têkiliyên gelê Kurd bi gelê Fransayê re.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin