PeyamaKurd – Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê diyar kir, heta 15 rojan çalakî û şahiyên li bajêr hatin qedexekirin.
Parêzgariya Wanê da zanîn, çalakî û şahiyên wek kampanya îmzeyan, belavkirina belavokan, xwepêşandan, mitîng, civîn, vekirina konan û çalakiya rûniştinê heta 15 rojan hatine qedexekirin.
Herwiha hat eşkerekirin, qedexe di îro 28ê Sibatê de destpê dike û wê heta 14ê Adarê berdewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin