HRW: Nûnerên komên çekdar li Parlamentoyê Iraqê hene

HRW: Nûnerên komên çekdar li Parlamentoyê Iraqê hene

PeyamaKurd –  Rêxistina Mavên Mirovan a Navdewletî (HRW) di raporta xwe ya roja Înê 21ê Gulana 2021ê belav kiriye diyar dike; heta niha komên çekdar ên Iraqê ku destê wan di terorkirina çalakvanên xwepêşandanan de heye, 81 hewldanên terorkirinê dane û ji wan 34 hewlên xwe cîbicî kirine.

HRW di raportê de dide zanîn, komên çekdar ên hewla terorkirina çalakvanan didin, nûnerên wan li Parlamentoyê hene û xwedî partiyên siyasî ne. Tevî vê jî, di hilbijartinên bê de, dibe ku endamên wan bikarin postên diyar di hikûmetê de werbigrin, ev jî li hember cezakirina terorkirina çalakvanan pirsgirêkan derdixin.

Herwiha li gor raportê, helwdanên terorkirina çalakvanan ji destpêka serhildan û xwepêşandanan a ji Cotmeha 2019an ve destpê kirine û yek ji sê hewldanan jî, di serdema hikûmeta Mistefa Kazimî de bûne, her çiqas serokwezîr lijneya lêkolînê pêk aniye jî, lê heta niha lijneyê ti encamek belav nekiriye.

Di raportê hatiye eşkerekirin; komên çekdar di kiryarên xwe de berdewam in û bêyî ku ti tirseke wan ji cezakirinê hebe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin