PeyamaKurd- Hêzên girêdayî Sazîya Ewelekarîya Netewî ya artêşa Îraqê bi ser baregehên rêxistina terorî DAIŞê da girt.
Ofîsa çapemenî û ragihandinê ya Wezareta Navxweyî ya Iraqê ragihand ku Hêzên girêdayî Sazîya Ewelekarîya Netewî ya artêşa Îraqê bi ser baregehke rêxistina terorî DAIŞê da girtiye û di encama wê operasyonê da baregehekê DAIŞê ya li herêma Kurdistanî Kerkûkî hatîye tunekirin.
Hat dîyarkirin ku ev baregeha rêxistinê terorî ji 6 kesan pêk dihat ku amadekarîya hejmarek çalakîyên terorî dikirin.
Ji alîyê din ve hat dîyarkirin di van demên dawîyê da li Kerkûk û herêmên din ên Kurdistanî liv û tevgerên DAIŞê zêde bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin