PeyamaKurd - Parlamentoya Ewropayê îro 8ê Tîrmehê pêşnûme biryara bi navê ‘Bi taybet HDP, fişara li ser opozîsyonê’ pesend kir.
Di biryarê de, bang li Tirkiyê hatiye kirin rêzê li derbirina raman û kombûnê bigire, mafên piranîbûnê biparêze û fişar û zextên li ser HDPê û partiyên din ên opozîsyona Tirkiyê hat şermezarkirin.
Herwiha vekirina doza girtinê bo HDPê jî hatiye şermezarkirin û wekî xetayeke cidî ya derbê li piranîbûnê bixe hat nîşandan.
Di pêşnûme biryarê de, rewşa Selahattîn Demirtaş û girtiyên din ên HDPî hatiye bibîrxistin û car din daxwaza berdana wan di çarçoveya biryara Dadgeha Mafên Mirovan de hatiye kirin.
Rakirina parêzbendiyên parlamentarên HDPê jî hatiye şermezarkirin û herwiha dosyeya ku daxwaza rakirina parêzbendiya Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu jî dike wekî sedema nîgeraniyê hatiye diyarkirin.
Di dawiya pêşnûme biryarê de hatiye gotin, “Parlamentoya Ewropayê ji bilî başkirina mijarên polîtîkaya derve di wê baweriyê de ye ku pêwîste Tirkiye pabendî serdestiya hiqûqê û mafên mirovan bibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin