Parlamentoya Îranê biryara darvekirinê ji bo xwepêsandêran da

Dîroka weşanê :
Parlamentoya Îranê biryara darvekirinê ji bo xwepêsandêran da

PeyamaKurd – Parlamentoya Îranê biryara darvekirina kesên xwepêşandanan de hatine desteserkirin erê kir.

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 55 roj in berdewam dike û desthilata Îranê daxwaza darvekirina xwepêşandarên Îranê li dadweriyê kir.

Li gor zanyariyan, li Parlamentoya Îranê do parlamenteran derbarê mijarê de deng dan û di encamê de ji 290 parlamenteran 227an xwestiye xwenîşandarên hatine girtin bên darvekirin.

Hat zanîn ku heta niha di serhildanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 15 hezar kes hatine girtin û ev biryar jiyana wan girtiyan xistiye xeteriyê.

Rêxistina Mafên Mirova ya Îranê bi daxuyaniyekê daxwaza parlamenteran a darvekirina xweşpêşandêrên girtî şermezar kir û got: “Ev parlamenter nûnerên desthilatê ne, ne nûnerên gel in.”

Rêveberê Rêxistina Mafên Mirova ya Îranê Mehmud Emîrî Muqedem jî daxuyaniyek da û diyar kir: “Kesên daxwaza bi darvekirina xwepêşanderan dikin, şirîkê vê tawanê ne û divê derbarê wan de lêpirsîn were destpêkirin.”

Dewleta Îranê heta niha, di xwepêşandanên 53ê rojan de, cezayê bi darvekirinê li 8 kesan birîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin