PeyamaKurd- Berdevkê Fraksiyona PDKê li Encûmena Nûnerên Iraqê Dr. Daner Ebdulxefar got, pêwîste li rojnameya Weqaî ku rojnameya fermî ya dewleta Iraqê ye, temamê weşan û tiştên ku tên belavkirin, bi herdu zimanên Erebî û Kurdî bên belavkirin.
Berdevkê PDKê diyar kir, bi piştevaniya madeyên 61/2 û 4/1 ên destûra Iraqê û yasaya zimanên fermî ya bi hejmara 7 a sala 2014ê em diyar dikin ku zimanê Kurdî û Erebî du zimanên fermî yên li Iraqê ne û pêwîste wekhev danûstandin bê kirin.
Dr. Daner Ebdulxefa da zanîn, bi piştevaniya wan madeyên ku behs kir, me daxwaz ji Wezareta Dadê kiriye ji bo ku zimanê Kurdî wek zimanekî bingehî û mil bi milê zimanê Erebî di hemû weşan û belavkirina yasa û tiştên ku pêwîste bên weşandin de bê bikaranîn. Herwiha di madeya 4 a yasaya zimanên fermî de hatiye gotin, pêwîste di rojnameya Weqaî ya Iraqê de ku rojnameya fermî ya dewletê ye, nivîsên yasayî û temamê tiştên ku tên belavkirin bi girêdayî rojnameyê bi herdu zimanên Erebî û Kurdî bên belav kirin û erka xwe ya destûrî divê were bicihanîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin