Çekên têne bikaranîn, eydê Amerîkayê ne!

Çekên têne bikaranîn, eydê Amerîkayê ne!

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku koalîsyona di bin serokatiya Suûdî Erebîstanê de li Yemenê çek û sîlehên Amerîkayê bi kar tîne. Di vî şerî gelek kesên sivîl jî hatin kuştin an jî birîndarkirin.

CNNê di derbarê mijarê de îddayek avête holê. CNNê belgeyên rêxistina Mafên Mirovan ya bi navê Mwatana ya li Yemenê, nirxandin. Li gorî vê encamê ji sala 2015an heta niha di şerê navxweyî yê Yemenê de, di gelek şer û êrîşan de çekên Amerîkayê hatine bikaranîn û di van pevçûnan de gelek caran xwîn rijiyaye.

CNN îdda kir ku di belgeyên Mwatanayê de tîmeke perwerdekirî, li qadê lêkolîneke baş kirine û wêneyên qadê û numereyên seriyên bombeyan jî tespît kirine. Li gorî vê yekê, eşkere ye ku çekên Amerîkayê li Yemenê hatine bikaranîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin