PeyamaKurd - Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Xelayî eşkere kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nameyeke fermî ji Ofîsa Karûbarên Partiyên Siyasî yên komîsyonê re şandiye.
Xelayî da zanîn, PDKê daxwaza xwe ji bo beşdarbûna di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de nîşan daye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 10ê Hezîrana 2024an ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê destnîşan kiribû.
Piştre ji ber beşdarnebûna PDK û pêkhateyan bi sedema biryara Dadgeha Federal a ji bo betalkirina 11 kursiyên koutayê û “destêwerdana derve û amadekirina dîzayneke pêşwext a hilbijartinê”, hilbijartin careke din hate pêşxistin.
Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê roja 21ê Gulanê biryar da ku ji 100 kursiyên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, 5 kursî ji bo pêkhateyan bên terxankirin û 95 kursîyên bo partiyan hebin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan roja 5ê Îlonê ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêşniyar kiriye û ev pêşniyar bi fermî ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re şandiye.
Komîsyonê ji 8 heta 13ê Hezîrana 2024an, deriyê tomarkirina hevpeymanî, partiyên siyasî, namzedên serbixwe û namzedên partiyan vekiriye. Her partî yan jî kesek ku bixwaze beşdarî hilbijartinên Parlamentoya 2024an bibe, dikare serdana ofîsên komîsyonê yên li parêzgehan bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin