PeyamaKurd – Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokarat a Kurdistanê (PDK) Necat Hesen, bersiva Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) da û got, dema ew taqimê 16ê Cotmehê 2017an a YNKê ew herêmên berfireh ên xaka Başûrê Kurdistanê firot, ji kê pirsîn?
Endamê Serkirdayetiya YNKê Hacî Mesîfî di derbarê rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ya ji bo cîbicîkirina maddeya 140 a destûra Iraqê û rewşa asayîkirina Kerkûkê de axivî û êrîş li PDKê kir.
Endamê Serkirdayetiya PDKê Necat Hesen jî bersiva Hacî Mesîfî da û da zanîn: “Gelo Hacî Mesîfî nizane ku hizba wî beşdare di Hikûmetê de û haya hizba wî ji her hurgiliyekê heye? Hacî Mesîfî li gor dilê koma xiyanetkar a 16ê Cotmehê ya 2017an qise dike û dema xiyaneta 16ê Cotmehê kirin û Kerkûk firotin ji kê pirsîn. Xiyaneta Cotmehê xiyaneteke mezin e û ew nikarin wê veşêrin.”
Herwiha di berdewamiyê jî de Necat Hesen diyar kir, di demeke nêzîk de weke rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê wê rêkeftin bo asayîkirina rewşa Dubiz, Xaneqîn û Mexmûrê jî were kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin