Pervîn Buldan çû serdana tîma Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û spasiya wan kir

Dîroka weşanê :
Pervîn Buldan çû serdana tîma Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û spasiya wan kir

PeyamaKurd – Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP Pervîn Buldan, di çarçoveya serdana xwe ya şopandina xebatên alîkariyê û mexdûrên erdhejê de, li bajarê Dîlokê serdana tîma Dezgeha Xerxwazî ya Barzanî (BCF) jî kir.

Pervîn Buldan, ji xebatkarên BCFê derbarê xebatan de agahî wergirt û ji bo hevkarî û alîkariya mexdûrên erdhejê spasiya wan kir.

Xebatkarekî tîma BCFê ji Pervîn Buldan re ragihand ku karwanên wan ên ji 58 TIRan pêk tên gihîştine herêma erdhejê û wan kelûpelên bi 21 TIRan hatine jî radestî AFAD û Kizilay (Heyva Sor a Tirk) kirine.

Herwiha xebatkarê BCFê got ku 16 TIRên din ên alîkariyê ji Hewlêrê bi rê ketine û 5 TIR alîkarî jî ji bo Rojavayê Kurdistanê têne şandin.

Tîma BCFê ji Buldan re da zanîn ku ew 10 roj in li herêmê ne, tîmên wan 2 kes bi saxî rizgarkirine û termên 12 kesên ji enqazan derxistine jî radestî malbatên wan kirine.

Buldan piştî guhdariya xebatkarên tîma Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî spasiya wan kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin