PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çarçoveya asayîkirina pêwendiyên welatên Ereb bi rejîma Sûriyê re de, Balyozê Behreynê yê Şamê bi fermî dest bi kar kir.
Di merasîma ku Wezîrê Derve yê rejîma Beşar Esed, Feysel Miqdad beşdarî kir de, Balyozê Behreynê yê Şamê Wehîd Mubarek Seyyar, dest bi kar kir û nameya baweriyê pêşkeş kir.
Beşar Esed di hevdîtina ligel Seyyar pêk anî de, daye xuyakirin ku li ser gelek mijarên dualî yên herdu welatên bira axivîne û serkeftin ji balyozê nû yê Behreynê re xwestiye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî şerê navxwe yê Sûriyê Behreynê sala 2012an bangî balyozê xwe kiribû di sala 2021ê de jî di çarçoveya normalkirina pêwendiyan de, balyozek bo Sûriyê destnîşan kiribû.
Bi taybet Amerîka li dijî asayîkirina pêwendiyên welatên ereb bi rejîma Esed re derdikeve û cezayên ser rejîma Sûriyê jî didomîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin